Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê New Jerseyê jiber Peyvajoya Împîçkirina Trump Partîya Xwe Diguherîne


Nûnerê New Jerseyê Jeff Van Drew yê Demokrat dîyar kir ku ew dijî împîçkirina Serok Donald Trump e.

Van Drew da zanîn ew hazirîyê dike ku bibe Komarî û di dengdana ser împîçkirina Trump de bêje dengê ‘’na’’ bide.

Pênc şêwirmendên Van Drew gotin ku biryara wî dijî ramanên wan e û karvekişîna xwe ragihandin.

Endamên Kongresê zû bi zû partîyên xwe naguherînin. Bi taybetî ji partîya li piranîyê kêm kes derbazî ya li kêmanîyê dibe.

Li ber e ku dengdana ser împîçkirina Trump ya li Civata Nûneran roja Çarşemê li dar keve.

Di Civata Nûneran de 36 kursîyên Demokratan ji yên Komarîyan zêdetir in û li ber e ku împîçkirina Trump were erêkirin.

XS
SM
MD
LG