Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Civîna Koma Parlemanê li Amedê Çêkir


Di çarçova amadekarîyên Newroza Amedê de HDP’ê, civîna grupa meclisê li Amedê li dar xist.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li ser rewşa Efrînê peyîvî û got ku ew dagirkirine û bêdengîya welatên cihanê bi zimanek tund şermezar dikin.

Buldan îdia kir ku armanca Tirkîyê têk birina rêvebirîya xweser ya Kurdan e.

"Di nav sê salan de êrîşên ser Kobanê, Şengal, Maxmur, Kerkûk û Efrînê jî nişaneya vê helwestê ye da ku Kurd nebin xwedî statu. Yên ku Efrînê dagir kirine sê sal berê pêvajoya çareserîyê jî têk birin.”

Buldan bi berdewamî got ku bi hevkarîya Artêşa Azad dagirkirina Efrînê wê DAIŞ'ê careke din zindî bike û bi operasyona Efrînê, Tirkîye jî bû alîyekî şerê Surîyê.

Ji alîyê din ve, rêvebirê HDP'ê yê Amedê Ramazan Kaval jî derbarê amadekarîyên Newrozê da agahîyan da û got ku Newroz jibo wan berxwedan û serhildan e.

***

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00

***

Kerem kin bi lînka jêrîn weşana zindî ya ser Facebookê temaşe bikin: https://www.facebook.com/voakurdi/videos/1593769120714530/

XS
SM
MD
LG