Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroza We Pîroz Be


Îro 21'ê Adarê, roja Newrozê ye. Kurdên li seranserê cîhanê Nerozê li qadana bi girseyî pîroz dikin, lê jiber erdhejên wêranker û lehîya kujer Newroz bê şabûn û şahî tê derbaz kirin.

Taybetî li Amedê pîrozbahîyeke girseyî tê kirin û çaverê ye ku bi deha hezaran cejna xwe pîroz bikin.

Kurd li ser medya civakî jî ni wêne û vîdeoyên rengîn vê rojê taybet pîroz dikin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî bi peyamekê Newroz pîroz kir û got ku ew di Newrozê de jibo her kesê ku vê cejnê pîroz dike aramî û serfirazî dixwaze.

Biden, bi hevjîna xwe Jill Biden re cara yekê mêvandarîya pîrozkirina Newrozê ya li Qesira Sipî kir.

Em jî wek Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka Newroza we hemîyan pîroz dikin.

Hêvîya me ev e ku Newroz bibe roja azadî, wekhevî, biratî û dilxweşî.

XS
SM
MD
LG