Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDK: Newroz'a Îsal Dê Li 61 Navendan Were Pîrozkirin


Deklerasyona Kongreya Demokratîk a Gelan HDK li Ser Newrozê
Deklerasyona Kongreya Demokratîk a Gelan HDK li Ser Newrozê

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî pîrozbahîyên Newroza 2021'ê bi civîneke li Îstenbul’ê deklerasyonek eşkere kir. Bi vê yekê Newroza îsal dê li 30 bajar bi giştî 61 navendan were pîrozkirin.

Deklerasyon ji alîyê Hevpeyvdara HDK'ê Îdîl Ugurlu ve hat xwendin. Ugurlu destnîşan kir ku Newroz kêfxweşîya rizgarîya civakî, biratî û yekitîyê ye û wiha got,

"Jiber vê yekê jî dawîya tariyê ronahî ye. Dawiya desthilatên zalim hilweşandin e. Îsal jî cejna kevnar a Kurdan Newroz bi coşeke mezin dê were pîrozkirin. Wê bi agirê Newroz’ê hêzen edalet, wekhevî, rûmet û aştîyê li dijî zordarîya faşîst bibin yek. Di serî de Zindana Îmralî'yê wê zilma tecrîdê ya li civakê berbelav bûye bişikîne. Newroz dê jibo vîna yekbûyî ya gelê me, demokrasî û azadîyê bibe serdemeke nû. Dawîya zordaran nêz e. Mizginîya Newroz 2021’ê jî ev e."

Cîgirê Berdevkê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç jî piştî eşkerekirina deklerasyonê balkişand ser girîngîya Newroza Îstenbul'ê û wiha axifî.

Di Newrozên Îstenbul’ê de hertim peyamên girîng ji Kurdistan, rojava û çar alîyên cîhanê re hatin dayîn. Em dixwazin îsal carek din heman peyaman bidin. Gelê me tîbûyê azadî, wekhevî û aştîyê ye û jibo van têdikoşe. Emê careke din dubare bikin ku em li gorî deklerasyona aştîyê ya birêz Ocalan ya Newroz’a 2013’an têbikoşin.”

Piştî daxuyanî û axaftinan HDK'ê jibo Newroza îsal bang li hemî hêzên ked û demokrasîyê û civakê kir ku ew tevlî Newroza Îsal bibin.

Hêjayî birxistinê ye ku pîrozbahîyên Newroz'a 2020’an jiber pandemîya vîrusa korona hatibûn betalkirin û gel bi pîrozbahîyên biçûktir Newroz pîroz kirîbûn. Lê îsal Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û em azad bibin" tê organîzekirin.

Raporta Stenbulê 14 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG