Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîyabekir li Benda Newroza 2013'ê ye


Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş agirê Newrozê vedixe. Stenbol, Adar 17, 2013
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş agirê Newrozê vedixe. Stenbol, Adar 17, 2013
Di 17’ê mehê de li bajar û navçeyên Kurdan pîrozbahîyên Newrozê tên lidar xistin. Biryar hatibû dayîn ku roja 21’ê Newroz tene ê li Dîyarbekirê were pîroz kirin.

Seroka Rêxistina BDP’ê ya Dîyarbekirê, Zubeyde Zumrut ji Denge Amerîka re qala amadekarîyên Newrozê kir. Xanuim Zumrut got ew li benda sê mîlyon mirov in ku beşdarî pîrozbahîyên Newroza Dîyarbekirê bibin.

Xanim Zumrut destnîşan kir Newroza îsal jiber peyama Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan pir giring e loma jî ev yek heyecaneke mezin di nav Kurdan de derxistîye.

Berpirsê Beşa Ragihandinê yê BDP’ê, Erol Tanrikulu jî got, heta neha 300 rojnamevan akredîtasyon kirine ew li bende ne ku ev hejmar bigeheje 500 kesan.

Di bernama Newrozê de Hevserokên Partîya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, herwiha Hevserokên Kongeraya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî baxivin, lê hîn jî ne dîyar e ku peyama rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kî dê bixwîne.

Hêjayî gotinê ye ku ji Amerîka, Îtalya, Îspanya, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewletên Îskandinavyayê û herwiha ji dehan dewleten, bi sedan sîyasetvan, çavdêrên rêxistinên sîvîl, rojanmevan û rewşenbir jî di pîrozbahîyê de hazir bin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG