Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurd jibo bernama Newrozê Daxuyanîyek Dan


Jibo bernama pîrozbahîyên Newroza îsal hevserokên partîyên Kurd li Amedê daxuyanîyek dan.

"Newroz berxwedan e û li dijî faşizmê bihara gelan e. Li hember serkeftina gelan, dê faşîzm têk biçe" diruşma Newroza îsal e.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan destnîşan kir ku di kongra HDP’ê ya 11 Şubatê de bawerîya jibo demokrasî, aşitî û azadî, bi awayeke zelal derketîye pêş û ew soza Tirkîyeke demokratîk, azadî û aşiti didin.

“Di Newroza 2018'an de girîng e ku tekoşîneke bilind ya dijî polîtîkayên zilm, şer û dagirkerî derxe holê. Newroz dê bibe banga mîlyonan ya bo aşitîyê.”

Buldan herwiha dîyar kir ku dagirkirina Efrînê jî li Newrozê dê were şermezar kirin û hember şer wê dengê aşitî bilind bibe.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelli jî got ku desthilata Tirkîyê li çar alîyê welêt zilmê dike û ew bi biryar in ku vê desthilatê birûxinin.

Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk û parlamenterê HDP’ê yê Agirî, Bedran Ozturk jî got ku jibo bersîva zilimkaran divê agirê Newroza 2018'an ji her salî geştir be.

Wî helwesta Tirkîyê ya jibo başur di dema referandumê de bibîr xist û got îro bi heman helwesê êrîşê ser Efrînê dike.

Hevseroka Kongra Demokratik ya Gelan, Gulistan Koçyîgît jî got ku bi tifaqa AKP û MHP li ser gelên Tirkîyê zexteke giran heye û welat bûye girtigeheke servekiri.

Serokê DDKD Veysî Akar jî got ku hember zilmê, divê îro sekneke hevgirtî ya gelan hebe, divê hemî partî û rêxistinên Kurd ferq û cudatîyan deynin alîyekî.

Cîgirê Serokê Partîya Azadî û Sosyalîzmê, Nusrettîn Maçîn jî rol û giringîya Newrozê ya jibo Kurdan bi bîr xist û dîyar kir ku Newroz hem jibo Başûr, hem jibo Rojav pir giring e.

KHF_03_09_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00


XS
SM
MD
LG