Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Jiber Korona Îsal Newroz Wê bi Girseyî Neyê Pîroz Kirin


Komîsyona amadekar ya Newrozê
Komîsyona amadekar ya Newrozê

Komîsyona amadekar ya Newrozê, ku ji endamên 11 partîyên Kurd pêk tê, îro Pêncşemê bi civîneke awarte ragihand ku Newrozên li bajarên Kurdan jiber vîrusa korona tên betal kirin.

Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li ser betalkirina Newrozê got ku Asta xeter ya vîrusa korona ew mecbûr kirin.

“Korona li her derê cîhanê giheştiye asteke xeter, loma jibo saxlemîya mirovan ew mecbûr bûn ku pîrozbahîyên Newrozê betal bikin.

Aydenîz bal kişand ku biryara betalkirinê bi hêsanî nehatiye girtin.

“Gelê Kurd jibo pîrozkirina Newrozê, bi salan e berdelên giran dide, tevî ku dijwar be, me jibo saxlemîya beşdaran ev biryar da.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_03_12_2020_Betalbûna_Newrozê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG