Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP jiber Korona Pîrozbahîyên Girseyî yên Newozê Betal Dike


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Pêncşemê ragihand ku pîrozbahîyên Newrozê yên li seranser Tirkîyê, jiber tirsa belavbûna vîrusa korona hatine betal kirin.

HDP’ê di daxuyanîya nivîskî de da zanîn ku jiber ewlehî û parastina hemwelatîyan ji vîrusa korona, biryara betalkirina pîrozbahîyên vê salê hatiye dayîn.

“Vîrusa korona ku jibo tevahîya mirovahîyê kêşeyeke pir girîng e û roj bi roj li seranser cîhanê berfirehtir dibe. Me piştî şêwira bi partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl yên demokratîk biryar da ku pîrozbahîyên Newrozê betal bikin.”

HDPê di daxuyanîyê de rexne li hikûmeta Tirkîyê û taybetî hî wezareta saxlemîyê kir ku nikarin peyvajoya tekoşîna dijî vîrusa korona bi rekûpêkî bi rê ve bibin.

Hêjayî bîrxistinê ye di pîrozbahîyên Newrozê de her sal bi deh hezaran Kurd diherikin qad û kolanan ku sersala xwe pîroz bikin.

XS
SM
MD
LG