Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo: Hejmara Pêketîyên Korona 100,000 Derbaz Kir


Vîrusa korona rewişa New York ya Amerîka roj bi roj girantir dike.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo da zanîn ku di 24 saetên dawî de hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane ji ya hemî rojên berê derbaz kiriye.

Cuomo dîyar kir ku hejmara pêketîyên vîrusa korona bûye 102,863 û wê vîrusê 2935 kes kuştine.

Wî got ku ew bi kêşeyeke cîhanî re rû bi rû mane û bang li hikûmeta federal kir ku di çareserkirina vê kêşeyê de bibe pêşeng.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio jî da zanîn ku ewê rewiş di hefteyên pêş de dijwartir bibe.

Berpirsên New Yorkê bo jêdûrmana civakî dê tedbîran berfirehtir bikin.

XS
SM
MD
LG