Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê Cuomo Careke Din Tê Tawanbar Kirin


Cîgireke berê ya Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo, ew bi destdirêjîya seksî tawanbar kir.

Cuomo ew cara duyê ye bi wî awayî tê tawanbar kirin, ku berê jî cîgireke wî ew sûcdar kiribû.

Vê carê ya ku Cuomo tawanbar dike şîretvana wî ya ser sîyasetên saxlemîyê, Charlotte Bennett e. Bennett heta Mijdarê karê xwe meşandibû.

Bennett ji rojnameya New York Times re dîyar kir ku destdirêjîya seksî sala borî çêbûye.

Li gor gotinên Bennett, Cuomo ji wê re daye zanîn ku wî di şewbê xwe bi tenê hîs kiriye û ji wê pirs kiriye wê herî dawî kî hembêz kiriye.

Xanim Bennett dibêje ku ew bi vê pirsa Cuomo êşîyaye û ew fikiriye ku walî dixwaze bi wî re seksê bike.

Cuomo bi daxuyanîyeke nivîskî ew îdia red kir û ferman da ku ser wê îdiayê lêkolîneke serbixwe çêbe.

Wî dîyar kir ku Bennet di demên borî de yek ji şîretvanên wî yên li pêş bûye û bi wê re daxwazeke wî ya seksî çênebûye.

XS
SM
MD
LG