Bajarvanê New Yorkê Bill De Blasio dîyar kir ku wan vekirina dibistanan cara duduyan paş xistiye.
Bill De Blasio da zanîn ku dibistanên pêşîn dê di 29’ê Îlonê de û yên navîn û yên lîseyê jî dê di 1’ê Cotmehê de vebin.
Wî got ku ew bi mamosteyên re axifîye, wan ji wî re fikarên ser belavbûna vîrusa korona gotine û jiber wê vekirina dibistanan hatiye paş xistin.
De Blasio berê jî gotibû ku dibistan dê di 10’ê Îlonê de vebin û dûre vekirina wan heta 21’ê Îlonê paş xistibû.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li eyaleta New Yorkê pirtir ji 447 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 33,047 kes bi wê mirine.