Eyaleta New York ya Amerîka dê roja Înê dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona bike.
Di qonaxa pêşî de, li ber e ku herêmên ku kapasîteya wan ya nexweşxaneyan tam in tedbîran sist bikin.
Çaverê ye ku berê bi tenê sê herêmên li bakurê New Yorkê gavên ser sistkirina tedbîran biavêjin.
Ew herêm dê bi çavdêrîya komîsyonekê tevbigerin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li New Yorkê pirtir ji 337,000 kes bi vîrusa korona ketine û 26,988 bi wê jîyanên xwe ji dest dane.