Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku lîseyên dewletê dê di 22’yê Adarê de dest bi perwerdeya rûbirû bikin.
Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo û Bill de Blasio piştî kêmbûna pêketinên vîrusa korona di rojên borî de mizgînîya ser vebûna salonên sînemayê dabûn.
Wan dabû zanîn ku hin çalakîyên çandî, îbadet û dawet jî dê bi kapasîteyeke sînordarkirî destpê bikin.
Li New Yorkê 488 lîseyên dewletê hene û hin ji wan dê perwerdeya rûbirû hinên din jî dê ya onlayn bidin.
Bi vî awayî çaverê ye ku 55 hezar xwendekar vegerin lîseyan û 282 hezarên din jî perwerdeya onlayn bidomînin.
De Blasio bal kişand ser psîkolojîya zarokan û bi bîr xist ku wan bi qasî salek e hevalên xwe li dibistan û lîseyan nedîtine.
Wî bo xwendekeran herwiha ser mesefeya civakî û karanîna maskan jî hişyarî da.