Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Dijî Vîrusa Korona Tedbîrên Nû Radigihîne


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo
Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo

Eyaleta New York ya Amerîka dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên nû ragihîne.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo got ku ew neçar mane ku tedbîrên nû bistînin.

Li gor tedbîrên nû, restoran û barên bi tenê bi 25 ji sedê kapasîteya xwe dixebitin dê piştî 22:00 werin girtin û salonên sporê jî dê bi şev girtî bin.

Andrew Cuomo dîyar kir ku di payîzê de pêketinên nû yên vîrusa korona yên li New Yorkê careke din zêde bûne.

‘’Maskên xwe bikar bînin. Testên xwe bikin. Raporê saxlemîyê bişopînin. Bi awayekî cidî li vê mijarê binêrin.’’ Cuomo got.

Wî da zanîn ku tedbîrên nû yên dijî vîrusa korona dê roja Înê di merîyetê kevin.

Ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê mirinên ji vîrusa korona çêbûne ku li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê wê vîrusê li wir heta niha 33,716 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG