Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Times Serok Trump Jiber Zimanê Wî Hişyar Dike


A. G. Sulzberger
A. G. Sulzberger

Berpirsê rojnameya New York Timesê Arthur Gregg Sulzberger bang li Serokê Amerîka Donald Trump kir ku ji rojnamevanan re nebêje ‘’dijminê gel’’ û dîyar kir ku ew helwest pêşîya tundûtûjîyê vedike.

Trump û Sulzberger li Qesra Sipî kom bûbûn û piştre Trump ji Twitterê berê ser civînê gotibû ku ‘’hevdîtineke pir xweş bû’’ û dûre jî ser nûçeyên derew dabû zanîn ku ew ‘’dijminê gel’’ in.

Trump vê carê ser karanîna ‘’dijminê gel’’ bo rojnamevanan ti tişt nenivîsî.

New York Times ser tweetên Trump yên derbarê hevdîtina bi Sulzberger daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Sulzberger dîyar kir ku wî fikarên xwe yên ser zimanê Trump ji wî re gotine û û da zanîn ku jiber zimanê wî ew gelek caran gefan dixwin û wan ji neçarî parêzvanên çekdar girtine.

‘’Min ji serok re dîyar kir ku jiber gotinên wî bo gelek kesan metirsî çêdibe û nirxên demokatîk yên welatê me zararê dibînin’’

Trump ji Twitterê bersîva gotinên Sulzberger da. Serokê Amerîka da zanîn ku jiber nûçeyên derew yên sazîyên medya bo gelek kesan metirsî çêdibe.

‘’Medyaya ku bi nexweşîya sendroma Trump ketiye, ku belgeyên veşartî yên hikûmetê eşkere dike ne tenê jîyana rojnamevanan, jîyana gelek kesên din jî dixe metirsîyê. Ew bi ti awayî ne welatperwerî ye!’’ Trump nivîsî.

Trump dîyar kir ku azadîya medya û berpirsîya bo hazirkirina medya bi hev re dimeşin.

XS
SM
MD
LG