Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê jiber Belavbûna Korona Trump Tawanbar Dike


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo ser belavbûna vîrusa korona Serok Donald Trump tawanbar kir.

Cuomo bi preskonferansekê dîyar kir ku Trump dixwaze ku hebûna vîrusa korona înkar bike.

‘’Înkarkirina vîrusa korona dike ku ew bi leztir belav be. Birêz Serok, nebe şîrikê vîrusa korona, tiştekî hêsan bike û ji gelê Amerîka re hebûna vîrusa korona û mezinbûna kêşeyên wê bêje’’ Cuomo got.

Wî herwiha bal kişand ku Trump maske nade ber rûyê xwe û wisa jî dike ku vîrus pirtir belav be.

Trump ji Twitterê dîyar kiribû ku li Amerîka di rojên dawî de rêjeya mirinên ji vîrusa korona daketiye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka pirtir ji 130,000 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane ku ji nav eyaletan, bi 32,219 mirinên ji wê vîrusê New York li pêş e.

XS
SM
MD
LG