Walîyê New Yorkê Andrew Cumo dîyar kir ku zanîngeh jî di nav de hemî dibistanên li eyaletê dê di vê sala akademîyê de girtî bimînin.
Cuomo bi preskonferansekê da zanîn ku ewê heta dawîya Gulanê biryar bidin ku ewê dibistan di mehên havînê de vebin yan ne.
Wî dîyar kir ku ewê di payîzê de jî careke din li ser vebûna dibistanan nirxandinê bikin.
Vîrusa korona ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê belav bûye.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li New Yorkê ketiye canê pirtir ji 308,000 kesan û 23,981 kes kuştine.