Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaşîyên Pizîşkî li Duhokê Dibin Sedema Mirina Du Birayan


Newzad û Îsa Ehmed
Newzad û Îsa Ehmed

Du bira li nexweşxana hawarhatinan ya bajarê Duhokê ji sedema nebûna pisporiyê di warê pizîşkî de, giyanê xwe ji dest didin û dibin qûrbanîyên neşarezayîya doktoran.

Hemwelatîyê Kurd Newzad Ehmed ji bajorokê Kelekçî dema rastî nexweşîya mêlak (kezeba reş) tê, birayê wî yê ji wî mezintir Îsa Ehmed xwe pêşkeş dike da ku parçeke mêlaka xwe bide birayê xwe.

Ji aliyê doktorên taybet ve, lêkolîn hatin kirin û dan zanîn ku ew dikarin parçekê ji kezeba birayê wî jibo wî biçînin û metirsî di vî warî de nîne.

Piştî biryara erênî ya doktorên taybetmend, neştergerî bo her du bira tê kirin, lê Îsa di dema neştergeriyê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî 5 rojan Newzad jî li nexweşxanê giyanê xwe ji dest dide.

Kes û karên qûrbanîyan bo Dengê Amerîka dan zanîn ku sedema mirina her du bira şaşî û nepisporiya doktoran e û ewê li ba dageh û wezareta tendirûstî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giliyê vê arîşê bikin.

"Em bo lêkolînan derbarê vê pirsê, daxwaza avakirina komîtek taybet dikin û mafê qûrbaniyan dixwazin," Siud Goran yek ji xizmên qûrbaniyan got.

Temamiya raporê gûhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG