Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkî 159 Kes Di Keftina Firokeka Hindî De Hatin Kuştin


Firokeka musafir helgir ya hêla asmanî ya Hindistanê zû roja Şemiyê keft, piştî bazdanekê ser hêla firînê li başûra Hindistanê. Di encamê de, bi kêmî ve 159 kes hatin kuştin.

Karbidest dibêjin heşt kes ji bûyerê rizgar bûn û bi lez gehandin nexweşxanê, lê yek ji wan heşt kesan mir.

Dihête ragihandin 160 nefer, hemu hevwelatiyên Hindî û şeş karmend di wê firokê de bûn ku ji Dubeyî diçû bajarê Mangalor.

Karbidest dibêjin ew firoke li firokxana Mangalor li wîlayeta Karnakata hinî, lê paşî nêzîkî 610 mêtran li ser hêla firînê bazda.

Kesên rizgar bûyn dibêjin agir ber bû firokê û balefir bû du parçe.

Wezîrê kar û barên firînên asmanî yên sivîl Praful Patel roja Şemiyê got, paşmayên firokê hatine dîtin û vekolînek li ser bûyerê wê destpê bike.

Karbidest dibêjin çêdibe baranê rolek hebûye di keftina firokê de. Her wiha, hêla firînê li serê girekê ye û ev jî berî niha bûye asteng di rêya hinîna firokan de.

XS
SM
MD
LG