Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gendelî û Bertîl di Nav Rêxistinên Civaka Sivîl de li Bakur Û Rojhilata Sûriyê


Di aloziyên Sûriyê de piştî belavbûna hejariyê û zêdebûna koçberan hejmarek mezin ji rêxistinên mirovî yên navdewletî derbasî Bakur û Rojhilata Sûriyê bûn, herwiha damezirandina hejmarek ne kêm ji rêxistinên civaka sivîl yên navxweyî ku ji aliyê rêxistinên cîhanî de tên destek kirin ,lê di salên dawî de gelek gazind ji endamên navxwê yên van rêxistina tên kirin ji aliyê gendeliyê û daxwaza bertîlan .

Hevserokê komîta kar û barên civakî di Encûmana Reqa Sivîl de Ebdilselam Hemsorik li ser karê rêxistinên mirovî ji Dengê Amerîka re axivî û got "Hejmarek ji rêxistinên mirovî li gor sîstema me lihevkirî kar nakin, herwiha beşek ji wan gendelî û bertîl di nav wan de belav bûne, ku me karê hin ji wan rêxistinan rawestandiye."

Yek ji şêweyê herî belav bûyî standina mûçeyê yekê ji karmendê nû tê nîşankirin, ku dema yek tê peymana kar bi rêxistinekê re îmzeke dike yan dê li ser basekê kar bike, ji wan tê xwestin ew mûçeyê yekem bide an jî ew derbasî pêşbirka kar nabe, ku karmendê dê were nîşankirin berî pêşbirkê hatiye wezêfedar kirin.

Raniya Omer yek ji yên ji gendeliyê ziyanî dîtiye ji Dengê Amerîka re li ser şêweyê niha tê axiftin, nêrînên xwe weha anîn ziman û got "Ji ber belavbûna gendeliyê yên pispor û xwediyên bawernameyan li mal bê Karin."

Li gor prensîbên rêxistinên mirovî pêwiste danûstandina bi welatiyên sûdê ji rêxistinên mirovî werdigirin baş be û bên rûmetkirin, lê pir welatî rastî danûstandina ne baş li ser destên endamên navxwe yên van rêxistinan tên.

Raporta Reqaq 14 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG