Çar sazîyên alîkarîyê. piştî Talîbanê karkirina li sazîyan li jinan qedexe kir, bi daxuyanîyeke hevbeş ragihand ku wan karê xwe yê li Afganistanê rawestandiye.
Care International, Komîteya Alîkarîyê ya Navneteweyî, Konseya Penaberan ya Norwecê û Save the Children (Berevanîya Zarokan Bikin) dîyar kirin ku ew nikarin bêyî xebatkarên jin karên xwe bimeşînin.
Sazîyên alîkarîyê ji Talîbanê dixwazin ku bo karkirina jinan destûrê bide.
Ew sazî li Afganistanê bo saxlemî, perwerdehî, xwarin û berevanîya zarokan kar dikin.
Talîban îdia dike ku jinên li sazîyên bîyan dixebitin rêzikên cilan binpê dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) bo ew biryar pûç dixebite û dide zanîn ku ger Talîban biryara xwe venekişîne ew jî dikare alîkarîyên xwe yên bo Afganistanê rawestîne.
Ji Konseya Penebaran ya Norwecê Jan Egelan dîyar kir ku di sazîya wan de 1400 kes dixebitin, jê 500 jin û ew li gor edetan dixebitin.
Egeland got ku ew hêvî dike ku Talîban biryara xwe vekişîne û dîyar kir ku ger venekişîne ewê bi mîlyonan kes bi dijwarîyan re rûbirû bimînin.
Hêjayî balkişandinê ye, hin jinên Afgan bi xebatên li sazîyên sîvîl debara mala xwe dikin.