Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Hatina Endamên Hikûmeta Nikaraguayê bo Amerîka Qedexe Kir


Joe Biden
Joe Biden

Serok Joe Biden roja Sêşemê hatina endamên hikûmeta Nikaraguayê bo Amerîka qedexe kir, bi sedema ku di hilbijartinên Nikaraguayê de sextekarî çê bûye da ku Serokê Nikaragua Daniel Ortega biserkeve.

Di qedexeya rêwîtîyê ya Biden de, hemû “karbidestên hilbijartî” yên Nikaraguayê cih digirin, ku di nav de Serok Ortega û hevjîna wî, Cîgira Serok Rosario Murillo û herwiha hêzên ewlekarî, dadwer, şaredar, û kesên ku li welatê Amerîkaya Naverast demokrasîye binpê dikin.

Serok Biden di fermanê de got “Kiryarên hikûmeta Ortega yên astengker û acizkirî û kesên ku piştgirîya wê didin, neçar kir ku Amerîka vê gavê bavêje.”

Fermana Biden rojekê piştî Amerîka, Brîtanya, û Kanada tole danîn ser karbidestên Nikaraguayê pêk tê. Her sê welat, bo bersîvdayîna ku di hilbijartina 7ê Mijdarê de sextakarî çê bûye, ew tole danîne.

Ortega rexnegirên xwe yên Amerîkî wekî “Emperyalistên Yankee” bi nav dike û wan bi binpêkirina pêvajoya hilbijartinê tawanbar dike. Welatên Kuba, Venezuela, û Rûsya piştgirî didin Ortega.

XS
SM
MD
LG