Li Nîjîrya desthilatdarên Leşkerî dibêjin serbazên wan bêhtirî 400 kesên girêdayî gurûpa Boko Heram girtin ku xwe li giravên Lake Chad veşartibûn, di nav de jî çekdar, jin û zarok.
Opereasyonên du hefteyî bi girtina jimara herî mezin a çekdarên Boko Heram encam da di van mehên dawî de li bakurê rojhilata Nîjîrya, li gor general Onyema Nwachukwu.
Operasyon bi erîşên esmanî û her wiha yên li ser erdê birêve çûn.
Leşkeran got gelek çekdarên Boko Heram hatin kuştin, lê agahiyên berfereh nedan.
Di nav kesên girtî de 167 çekdar, 67 jin û 173 zarok hebûn. Leşker dibêjin ew dê jin û zarokan, piştî vekolînan, radestî desthilatarên kampên bêşûnûwarbûyan bikin.
Di operasyoneka din de jî li herêmê 57 çekdar hatin girtin .
Boko Heram tê tawanbarkirin bi kuştina bêhtirî 20 hezar kes di şerê wan ê 8 salan de ku bû sedema kirîzeka mirovahî û ji bilî kuştiyan bi milyonan birçî û bêşûnûwar bûn.