Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Kêşeyên Nîjerê Metirsîye li Ser Jiyana Milyonana Zarakona


Arşîv
Arşîv

Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Duşemê ragihand ku krîza li Nîjerê jiber darbeya leşkerî ya di 26’ê Tîrmehê de kûrtir dibe ku bo zarok û ciwanên xizan xeterîyê zêdetir dike.

Nûnerê UNICEF'ê yê Nîjerê, Stefano Savî, bi daxuyaniyekê balkişand ku rewşa heyî metirsîyek mezin e û barekî giran dixe ser dîmenek mirovahî ya jixwe xirab bû.

"Niha, zêdetirî du mîlyon zarok ketine bin bandora krîzê û hewcedarîya wan bi alîkariya mirovî heye," Savî, got.

UNICEF’ê da zanîn ku tewra bêrîya darbeya leşkerî, dihat pêşbînîkirin ku li dora 1.5 mîlyon zarokên yên di bin pênc salî de, di 2023’an de rûbirîya peydakirina xwarinê bin.

Nîjer di rêza welatên herî gemar û xizan ên cîhanê de ye û herwiha li gor Endeksa Pêşketina Mirovî ya NY, Nîjer bi gelemperî di rêza jêrîn de cîh digire, ku pîvanek bextewarîyê ye.

Serokê hilbijartî yê welat, Mihamed Bazûm, di 26’ê Tîrmehê de ji hêla komeke hêzên artêşa Nîjerê ji desthilatdarîyê hat daxistin, ku bû sedema şermezarkirina cîhanî û hem jî toleyên bazirganî yên ji hêla cîranên Nîjer ve.

UNICEF'ê got ku ew alîkarîya xwe ya mirovî didomînin, lê bi astengîyan re rûbirû dimîne.

Rexîstinê ser qûtbûnên elektrîkê jî xembarîya xwe dîyar kir, ku bo parastina vaksînên zarokan û tiştên din yên bingehîn pir girîng e.

UNICEF'ê herwiha ser 21 konteynerên "pêdivîyên jiyanê" jî fîkarên xwe anî ziman, ku dibêje li sînorê Benîn û bendera Benin a Cotonou asê mane.

Rexîstina NY ragihand ku 29 konteynerên din yên bi xwarina bingehîn û sirinc ber bi Nîjer niha li deryayê di rê de ne.

Nûnerê UNICEF Savo. Bang li karbidestên Nîjerê kir ku rê bidin alîkarîya mirovî û xebatên rexistinê.

"UNICEF bi lezgînî bang li hemû alîyên krîzê dike ku piştrast bikin xebatkar û pêdivîyên mirovahî bi ewlehî bigihêjin zarok û malbatên herî mexdûr," Savo got.

Wî hevdem daxwaz kir ku hemberî bandora toleyan û qutkirina diravî dive bernameyên mirovahî yên girîng werin parastin.

XS
SM
MD
LG