Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Nîjerê: 287 Endamên Boko Haram Hatin Kuştin


Artêşa Nîjerê ragihand ku di operasyonên dijî Boko Haram de 287 endamên wê hatine kuştin.

Wezareta Berevanî ya Nîjerê dîyar kir ku Artêşa Nîjerê ji 28’ê Berfanbarê vir ve li herêma Komadugu, ku di navbera Nîjer û Nîjerya de ye, dijî Boko Haramê ji erdê û esmên operasyonan li dar dixîne.

Boko Haram, di Hezîrana 2016’an de li herêma Bosso êrîş biribû ser Artêşa Nîjerê û pirtirê 30 leşkerên wê kuştibûn.

Ji 2009’an vir ve pirtirê 20,000 kes di çalakîyên tundûtûjîyê yên Boko Haram de hatine kuştin.

Boko Haram ji 2015’an vir ve li Kamerun û Çadê jî êrîşan li dar dixîne.

XS
SM
MD
LG