Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerya bi Sedan Keç Hatine Revandin


Rûniştvan dibêjin, bi sedan keç winda ne piştî ku komek mezin ya çekdaran serê sibê roja Înê êrîşî dibistanek li bakurê Nîjeryayê kirin.

Dibistana Navîn ya Jangebe ya hikûmetê li eyaleta Zamfara bû meydana revandina komî ya herî dawî ya zarokên dibistanê li bakurê Nîjeryayê.

Nasiru Abdullahi gote Associated Press tomarên dibistanê nîşan didin ku 300 keç winda ne. Keçên wî, yên 10 û 13 salî, di nav wan de ne.

Niştecîh Musa Mustapha got ku çekdaran êrîşî kampek leşkerî û xalek lêpirsînê ya nêz jî kirin, nehiştin leşker têkil bibe dema ku çekdar çend demjimêran li dibistanê derbas kirin. Hêşta zelal nebû ka qurbanî hene anjî ne.

Bi salane li Nîjeryayê gelek êriş û revandinên bi vî rengî hene, bi taybetî revandina komî di Nîsana 2014an da ji alîyê koma cîhadîst Boko Haram ve ya 276 keç ji dibistana navîn li Chibok li eyaleta Borno. Zêdeyî sed keç hêşta jî winda ne.

Êrişa Înê kêmtir ji du heftîyan hat piştî ku çekdaran 42 kes revandin, di nav da 27 xwendekar, ji Zanîngeha Zanistê Kagara ya Hikûmetê li Eyaleta Nîjer. Xwendekar, mamoste û endamên malbatê hêjta jî têne ragirtin.

XS
SM
MD
LG