Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerya 100 Gundîyê Revandî Serbest Hatin Berdan


Nexşeya Nîjerya
Nexşeya Nîjerya

Karbidestên eyaleta Zamfara ya Nîjerya ragihand ku 100 sivîlên, ku di serê Hezîranê de ji alîyê kesên çekdar ve, li gundê Manawa ya li bakurê rojavayê welêt hatibûn revandin, piştî dilgirtina 42 rojan serbest hatin berdan.

Berpirsê polîsê eyaleta Zamfara bi daxuyanîyeke di derbarê mijarê de agahdarî da.

"Qûrbanîyên ku bi qasî meh û nîvekê bû ku di destê çeteyan de dilgirtî bûn bêyî dayîna berdêla darayî serbest hatin berdan," berpirs got.

Lê, di daxuyanîyê de nehat dîyar kirin ku ka serbestberdan çawa pêk hatiye.

Wî da zanîn ku di 8'ê Hezîrana 2021'an de, çeteyan gundê Manawa dagir kirin û 100 gundî revandin ku piranîyan wan dayikên ciwan, mêr û zarok bûn.

Heremên li bakurê rojavayê Nîjerya, ev çend sal in bûne qadên çalakîyên komên sûcdar.

Ev komên çekdar yên li heremê êrîşê gundan dikin, malên wan talan dikin û gundîyan dirêvînin, ajalên wan didizin û xanîyên wan dişewitînin.

Artêşê Nîjerya, di vê demên dawîyê de, hêzên nû yên leşkerî û balafirên şer, li herêmê bicîh kiriye da ku dawî li tundîya 'çeteyan' bîne.

Komên çeteyan, di vê mehên dawîyê de, bi gelemperî jibo berdêla darayî (fîdye) xwedevanên ji dibistanan direvînên.

Tê zanîn ku ev Komên çeteyan bi gelemperî li heremên daristanî yên Rugu yên li nava eyaletên Niger, Katsina, Kaduna û Zamfara de ye, dimînin.

Karbidestên Zamfara bi berdêla radestkirina çekên komên çeteyan, li ser peymanên efûyê, zêdetirî salekê ye danûstandinan dimeşînin.

Her wiha, karbidestên eyaleta Zamfara di Berfanbara sala borî de, jibo rizgarkirina 344 xortên ku ji dibistanên li eyaleta Katsîna ji hêla çeteyanve hatibûn revandin jî danûstandin kiribûn.

Karbidest, heya niha jibo serberdtana kesên revandî dayîna diravê, red dikin.

Lê, pisporên ewlehîyê hişyar dikin ku dibe ev bibe sedema zêdebûna bûyerên revandinê li herêmên ku xizanî zêde ye û ewlehî ne xurt e.

Li Nîjerya, serok Muhammadu Buharî, generalê berê yê artêşê ji 2015'an vir ve, desthilatdar e.

Muhammadu Buharî, jiber ku ew nikare ewlehî li welatê herî qelebalix ay Afrîkayê peyda bike, rûbirûyê rexneyên girse ye.

XS
SM
MD
LG