Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvaneke Xwekuj 5 Kes li Nîjerya Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de êrîşvaneke xwekuj ya jin li Maiduguri gelek kes kuştibûn
Di vê fotoya arşîvê de êrîşvaneke xwekuj ya jin li Maiduguri gelek kes kuştibûn

Polîsên Nîjeryayî dibêjin, êrîşvaneke xwekuj 5 kes li nêzîkî termînaleke otobusan ya li rojhilata bakurê wî welatî kuştin.

Karbidest didine zanîn ku di êrîşa Sêşema sibeh de, herwiha 28 kesên din jî ya li bajarokê Damaturu birîndar bûn.

Heta niha kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirt, lê gruba tundrê Boko Haram di demên dawî de li wê herêmê jin û qîzan di êrîşên xwekujî te xebitandine.

Hevdem, tirs û xem zêde dibin ku Boko Haram qurbanîyên revandî di êrîşan de kar tîne û heta niha 200 keç hinda ne.

Boko Haram ku dilsozîya xwe ji DAIŞ re ragihandibû, heta niha pirtir jî 10,000 Nîjeryayî kuştine ku li bakurî wî welatî şerîatê bîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Nîjerya Muhammadu Buhari ferman dabû artêşê ku di nav sê mehan de xirabkarîya Boko Haram têk bibe.

XS
SM
MD
LG