Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Jin li Nîjerya Êrîşên Xwekujî li Dar Xistin


Borno ya li Nîjerya
Borno ya li Nîjerya

Di êrîşên xwekujî de, ku ji alîyê sê jin ve hatin li dar xistin, bi kêmî ve 27 kes li Nîjerya jîyana xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndan bûn.

Êrîş, li kampeka penabaren ya li Borno ya li bakurê rojhilata Nîjerya pêk hatin.

Eyaleta Borno yek ji navendên çekdarên Boko Haram e û di çend mehên dawî de, li wir bûyerên tundûtûjîyê zêde bûne.

Boko Haram, bo avakirina dewleteke Îslamê ji 2009’an ve li Nîjerya şer dike.

Li gor raporeke ku heftaya borî li Amerîka hat weşandin, êrîşvanên xwekujî yên jin yên Boko Haram ji yên mêr pirtir in û di dîrokê de cara yekê rêxistinek wisa çêdibe.

Hikûmeta Nîjerya sala borî dîyar kiribû ku Boko Haram bi temamî hatîye têk birin, lê rojnamevanên wî welatî dîyar dikin ku artêş hîn jî nikare êrîşên rêxistina tundrê rawestîne.

XS
SM
MD
LG