Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley Dibêje Amerîka Dê Hêzên Xwe Niha ji Sûriyê Nekşîne


Balyoza Amerîka li NY Nikki Haley

Balyoza Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî Nikki Haley îro Yekşemê got Amerîka dê niha hêzên xwe ji Sûriyê nekşîne.

Wê got erka Amerîka li Sûriyê hîn bi dawî nehatiye.

Haley dibêje sê armancên Amerîka li Sûriyê hene ji bo pêkanîna erka wê.

li gor Haley, armanca yekem ewe piştrastkirina ku çekên kîmawî neyên karanîn bi awakî ku ziyanê dighînin berjewendiyên niştimanî yên Amerîka. Duyem, têkbirina gurûpa Dewleta Îslamî; û Sêyem, çavdêriyeka baş ji bo şopandina kiryarên Îranê.

Wê ji tilfizyona FOX News re got:

“Em ji wir naçin berî ku em van tiştan pêk bînin.”

XS
SM
MD
LG