Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley Ser Protestoyan Pesna Gelên Îranê Dide


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, bi daxuyanîyekê ragihand ku Amerîka piştgirîya xwepêşandanerên li Îranê dike.

Haley dîyar kir ku ‘’wêrekîya gelê Îranê hêjayî pesnan e’’ û da zanîn ku Amerîka dixwaze ku dengê wî gelî xurttir bike.

Haley got ku mijara Îranê dê bibe NY’ê û ser bûyerên li wî welatî diqewimin ewê daxwaza civîneke demûdest bikin.

Balyoza Amerîka dîyar kir ku protestoyên li Îranê ji nişka ve destpê kirine û ser îdiayên ‘’destê welatên bîyan di protestoyan de'' jî got ku ‘’bêmane’’ ye.

‘’Em hemî dizanin ku ew îdia bi temamî bêmane ne. Xwepêşandanan ji nişka ve destpê kir. Hema bêje li hemî bajarên Îranê protesto hene. Ew nîşan dide ku gelên ku ji demeke dirêj vir ve d bin zorbazîyê de dijîn, dijî dîktatoran serî hildane’’ Haley got.

XS
SM
MD
LG