Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî di Salvegera 20'an de Qurbanîyên Êrîşên 11'ê Îlonê Yad Dikin


Îro salvegera 20'an ya êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ye ku rêxistina tundrê El Qaydê li dijî Amerîka pêk anîbûn.

Di vê rojê de li seranser Amerîka bernameyên taybet tên lidarxistin û qurbanîyên wan êrîşan tên bîranîn, lê îsal jiber pandemîya korona yadkirin bi girseyî nayên kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden îro li beşdarîya programên bîranînê yên li sê cîhên ku bûne armanca êrîşa bike.

Biden, di serî de beşdarî bernameya bajarê New Yorkê, li cîhê berê yê Navenda Bazirganî ya Cîhanê, ku niha muzaxaneya bîranîna qurbanîyên 11'ê Îlonê ye, bibe.

Ewê dû re jî here bajarokê Shanksville ya Pennsylvania ku beşdarîya merasîma qurbanîyên firîna United Airlines Flight 93 bike.

Ew firok ji alîyê endamên El Qaydê ve hatibû revandin, lê 40 rêwî û karmendên wê, firok careke din xistibûn bin kontrola xwe, berî ku ew li esmana Shanksville bikeve xwarê.

Serok Biden, piştî Pennsylvania wê vegere paytext Washingtonê û tev li merasîma li Pentagonê bibe ku ew jî bûbû armanca firokeke êrîşvanan.

Dema saet dibe 8:40'ê merasîmên bêdengîya li Qesra Sipî, li cîhê berê yê Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New Yorkê bi rê ve diçin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku 23 deqe piştî êrîşa yekê, firoka duyê Navenda Bazirganî ya Cîhanî dabû û avahîya mezin hilweşîbû û bi sedan kes tê de miribûn.

Êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ji hêla 19 endamên El Qaydê ve hatibû darxistin û ew êrîşên herî kujer yên piştî êrîşa Pearl Harbor ya ji aîyê Japonya bûn.

Di wan êrîşan de li istanên New York, Virginia û Pennsylvania nêzî 3.000 kes hatibûn kuştin.

Bîranînên îsal di vê demê de tên kirin ku Serok Biden hêzên Amerîkî piştî 20 salan bi tevahî ji Afganistanê kişanadibûn.

Li jêr çend wêneyên ji roja êrîşê hene:

XS
SM
MD
LG