Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo vekolîn û agahdarkirina pêvajoya çareserîyê pêşnîyara ‘Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Aştîyê da parlemanê.
Pêşnîyara avakirina komîsyonê ji alîyê Cîgirê Serokê Gruba AKP’ê Mahîr Unal ve li parlemanê hate ragihandin.
Karbidestên AKP’ê didin zanîn, ev komîsyon de bi mebesta dawîkirina şer û rêvebirina pêvajoya çareserîyê bixebite.
Hikûmeta AKP’ê ji partîyên din yên parlemanê dixwaze ku beşdarîya komîsyonê bikin. Lê, Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) red dikin ku pişikdarî li vê komîsyonê bikin.
Pêşnîyara avakirina komîsyonê, piştî daxwazên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêvebirîya PKK’ê ya li Qendîlê tê. Loma jî çaverê ye BDP endamtîya vê komîsyonê qebûl bike û piştevanîyê bide pêşnîyara AKP'ê.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Huseyîn Çelîk, li ser helwesta CHP û MHP’ê dîyar kir, ewê vê pêvajoyê bêyî tevlîbûna her du partîyan birêve bibin.
Bi alîyekî din ve, BDP’ê jî pêşnîyarek da parlemanê ku komîsyoneke bi navê ‘Rastî û Rûbirûbûnê’ were afirandin.