Hin pispor dibêjin ku li Tirkîyê gelek pirsgirêkên sala 2023’ê wê di sala 2024’an de jî berdewam bikin.
Niha li pêşîya Tirkîyê wek mijareke girîng hilbijartinên şaredarîyê ku di 31 Adara 2024’an de were lidarxistin cîh digire.
Profesor Ahmet Ozer ji Dengê Amerîka re gotku di sala 2023’an de pirsgirêka Kurd di serî de, krîza aborî, kêşeya penaberan, alozîya erdhejîhîyê û têkilîyên Tirkîyê yên ligel Amerîka û Ewrupayê di sala 2024’an de jî dê mijarên herî serekî bin.
“Di sala 2023’an de di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ti gaveke erênî nehat avêtin. Li Tirkîyê pirsgirêka Kurd nêzîkî 40 sal e ku sedema gelek krîzên aborî û civakî ne. Di sala 2024’an de jî dikarim bêjim ku ev kêşe di nav mijarên serekî de cîh bigire. Heke pirsgirêka Kurd di vê salê de were çareserkirin, bi ya min gelek pirsgirêkên Tirkîyê jî wê ji ber xwe ve çareser bibin.”
Nirxê lîraya Tirkî li hember pereyên bîyanî wek dolar û euro di dawîya sala 2023’an de daket xwarê.
Li gor aborîzanan, di sala 2024’an de jî ev daketin dê berdewam bike. Pispor dibêjin, ev yek jî wê di nav vê salê de li ser aborîya Tirkîyê xwe nîşan bide.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê 2023’an de bêtir partîyên Tirkîyê stratejîya hilbijartinê li ser dijatîya penaberên Sûrîyê saz kiribûn. Pisporên sîyasî didin zanîn ku di hilbijartinên şaredarîyê yên vê salê de jî, dibe ku hin partîyên sîyasî, wê li ser dijberîya penaberan polîtîkayekê damezrînin.
Dr. Ozer jî bal dikşîne ser vê mijarê û dibêje dibe ku hin partîyên netewperwer vê yekê bêtir derxînin pêş.
“Di hilbijartinên şaredarîyê yên 2024’an de hesabên her partîyan cûda cûda bû. Kêşeya pênaberan li Tirkîyê hê wek rastîyekê disekine. Hin partî dibe ku li ser vî sîyaseteke jî damezirînin. Ev mijara pênaberan jî wisa dixuye ku di sala 2024’an de wek meseleke girîng wê bidome.”
Di erdheja 6’ê Şibatê 2023’an de li gor daneyên resmî bêtirî 50 hezarî kes jiyana xwe ji dest dane. Ev erdhej li 10 bajarî û ser 15 mîlyonî, di her warî de, bandoreke gelek xirab vedabû. Pispor didin dîyarkirin ku gelek kêşeyên ku li ser erdhejentîyan pêk hatîye wê di sala 2023’yan de jî bedewam bike.
Di sala 2024’an de mijareke din ya girîng jî endamtîya Swêdê ya li NATO yê û di dawîya salî de endamtîya Swêdê ji komîsyona parlamana Tirkîyê de hat pejirandin û jibo dengdana erêkirinê wê were Civata Giştî ya parlamanê.