Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Korya Bakur di Kombûnekê de Şiyanên Navokî Gotûbêj Dike


Serokê korya Bakur Kim Jong Un îro Yekşemê kombûnek li dar xist ji bo gotûbêjkirina şiyanên navokî yên welêt, li gor medya dewletê.

Kim piştî sê hefteyan careke din diyar bû, piştî belavbûna gumanan li dor tenduristiya wî di nediyarbûna wî ya berê de.

Berpirsên partiya Karkeran a desthilatdar bi maskan bixêrhatina Kim kir, dema derbasbûna wî ya cihê kombûnê. Di nava kombûnê de kesek bi mask nebû, ne Kim û ne jî kesên amade.

Ajansa nûçeyan KCNA got ku di kombûnê de pîvanên bihêzkirina hêzên çekdar ên Korya Bakur û rawestana di rûyê hêzên dijmin de hatin gotûbêjkirin.

Ajansê got kombûnê her wiha “ xurtkirina şiyanên navokî yên welêt û amadebaşiya startejîk a hêzên çekdar” gotûbêj kirin.

Tê zanîn ku axaftinên Amerîka û Korya Bakur di van demên dawî de sar bûne.

Wezîrê derve yê Çînê Wang Yi îro Yekşemê hêviyên xwe derbirîn li dor berdewambûna axaftinên Amerîka û Korya Bakur.

XS
SM
MD
LG