Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korya Bakur Dibêje Ew Bê Wergirtina Baweriyê ji Waşintonê Çekan ji Dest Nade 


Wezîrê Derve yê Korya Bakur Ri Yong Ho
Wezîrê Derve yê Korya Bakur Ri Yong Ho

Wezîrê derve yê Korya bakur Ri Yong Ho dibêje welatê wî wê qet dest ji çekên xwe yên navokî bernede eger baweriyekê ji Waşintonê wernegire.

Ri îro Şemiyê li Netweyên Yekgirtî axivî. Wî bang li Amerîka kir ku pêgir be bi sozên xwe yên ku di kombûna Singafora de dabûn.

Axatinên Ri tên di demekê de ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo hewilên diplomatîk li gel Korya Bakur dide.

Waşinton bi xeme li dor erêkirina rêkeftinekê li gel Korya Bakur berî ku Pyongyang tevgereke girîng a jinavbirina çekan bike.

Serokên herdû welatan jî dixwazin careke din kom bibin, lê guman hene ku Pyongyang rijd e li dor hilweşandina programa xwe ya navokî, ji ber ku xwe bi wê diparêze.

Pompeo pilan dike meha bê serdana Pyongyangê bike ji bo amadekariyên kombûna serokên herdû welatan.

XS
SM
MD
LG