Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda Ser Xemên Rewşa Xaşiqcî Beşdarî Civîna Erebistana Saudî Nabe


Wezîrê Darayî ya Hollanda Wopke Hoekstra ligel hevtayê xwe yê Yunanî Euclid Tsakalotos dipeyîve (Arşîv)
Wezîrê Darayî ya Hollanda Wopke Hoekstra ligel hevtayê xwe yê Yunanî Euclid Tsakalotos dipeyîve (Arşîv)

Wezîrê Darayî ya Hollanda Wopke Hoekstra îro Pêncşemê got ku ewê jiber xemên ser hindabûna rojnamevan Cemal Xaşiqcî beşdarî hilcivîna berhemkarî ya li Erebistana Saudî nekin.

Hoekstra herwiha ragihand ku beşdarbûna mîsyona bazirganî ya Hollandî jî tevlêbûna xwe di hilcivîna berhemkarîya meha Mijdarê de cemidandiye.

“Hikûmeta me biryar da ku beşdarî li Însîtatîfa Berhemkarî ya Sibêrojêya 25’ê Cotmehê neke”, Wezîrê Derve yê Hollandî Stef Blok di nameyekê de ji parlamanê re got.

Blok got ku karbidestên Saudi heta niha nekarîne helesteke zelal li ser mijara Xaşiqcî nişan bidana.

Wî bal kişand ku Banka Cîhanî (World Bank (Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) û wezareta darayî ya Fransî jî beşdarbpna heman civînê betal kirine.

XS
SM
MD
LG