Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Aborîzanên li Amerîkayê Xelata Nobel Werdigirin


Aborîzanekî ku li Amerîkayê dijî îro Duşemê Xelata Nobel ya aborîyê ya sala 2021’ê wergirt, jiber lêkolîneke wî ku dîyar kir zêdekirina asta kêm ya mutçeyan nabe egera kêmbûna derfetên kar û koçber jî asta mutçeyan jibo karkerên xwecihî kêm nakin.

Du aborîzanên din jî ev xelat pê re stand jiber peydakirina rîyekê jibo lêkolînkirina van pirsgirêkên civakî.

David Card ku li Kanadayê ji dayîk bûye û li Zanîngeha Kalîfornya-Berkeley kar dike, nîvê vê xelatê wergirt. Nîvê mayî jî ji alîyê Joshua Angrist ji Enstituya Massachusetts ya Teknolojî û Guido Imbens ku ji Holandayê ye û li Zanîngeha Stanford kar dike, hate parve kirin.

Akademîya Swêdî ya Zanistan got ku her sê aborîzanan “bi temamî karê lêkolîna di zanistên aborî de guhert.”

“Lêkolînên Card yên pirsên bingehên jibo civakê û şêweyên ku Angrist û Imbens bikar anîne, nîşan didin ku vekolînên xwezayî çavkanîyên zengîn in jibo zanînê,” Peter Fredriksson, serokê Komîteya Zanistên Aborî, da zanîn û got ku “lêkolîna van hersê aborîzanan bi awayekî berçav karîna me jibo bersivdana pirsên girîng di civakê de baştir kirîye.”

Xelata Nobel ya Aborîyê ligel medalîyeke zêr û 1.14 mîlyon dolar tê. Ev xelat bi awayekî salane piştî xelatên din yên Nobel tê dayîn.

XS
SM
MD
LG