Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Norwecî Jon Fosse Xelata Nobelê ya Wêjeyê Werdigire


Akademîya Swêdî îro Pêncşemê ragihand ku nivîskarê Norwecî Jon Fosse hêjayî Xelata Nobelê ya 2023an ya wêjeyê hate dîtin.

Akademîya Swêdî got ku bi sedema ku Fosse nivîsên şanoyî û pexşanên jîr û nûjen tiştên ku nekarîbûne gotin, afirandine.

Fosse, ku 64 salî ye, yek jî wêjekarên herî navdar yê Norwecê ye û nivîsên wî wek şano hatine lîhistin. Wî dora 40 şano, roman, kurteçîrok, pirtûkên zarokan, helbest û nivîsar afirandine.

Berhemên Fosse ku li cîhanî jî bi başî tê nasîn, ji zimanên curbecur re hatine wergerandin û ew pir caran hatiye xelat kirin.

Fosse, piştî ku xelatwergirtinê ji Akademîya Swêdî re gotiye ku ew bi sitandina vê xelata giranbuha pir bextewar e, lê di heman demê de hinek tirsîyaye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kesên ku Xelata Nobelê werdigirin 11 mîlyon kronên Swêdî anku 1 mîlyon dolar dirav jî distînin.

Akademîya Swêdî di seraemonîya di meha Rêbendanê de herwiha medaleke zêrîn ya 18 karatî û dîplomayekê jî pêşkêşî wergirên Xelata Nobelê dike.

XS
SM
MD
LG