Xelata Aştîyê ya Nobelê ya îsal di navbera sê wergiran re hat parve kirin: parêzvanê mafên mirovan yê Belarûsî Ales Bialiatski, rêxistina mafên mirovan Memorial ku navenda wê li Rûsya ye û herwiha Navenda Azadîyên Sivîl ya ku navenda wê li Ukrayna ye.
Komîteya Nobelê ya li Norwêcê bi daxuyanîyeke 3 wergirên Xelata Aştîyê dîyar kir:
"Wergirên Xelata Aştîyê ya Nobelê nûnertîya civaka sivîl ya li welatên xwe dikin. Bi salan e piştgirî dane mafê rexnekirina desthilatdarîyê û parastina mafên bingehîn yên welatîyan. Jibo belgekirina tawanên şer, binpêkirinên mafên mirovan û karanîna xirab ya desthilatdarîyê hewlên bêhempa kirine. Ev sê bi hev re, girîngîya civaka sivîl bo aştî û demokrasîyê nîşan didin."
Ales Bialiatski ji 2020’an vir ve girtî ye
Komîteya Nobelê dîyar kir ku Ales Bîalîatskî yê ku niha li girtîgehê ye, yek ji destpêkerên tevgera demokrasîyê ye,ya ku di nîvê salên 1980'an de li Belarusê derket hole û wiha got.
"Bialiatski jîyana xwe jibo pêşxistina demokrasîyê û pêkhatinên aştîyane yên li welatê xwe feda kir."
Hate dîyar kirin ku Bialiatski yê ku di 1996’an de rexistina Viasna (Bihar) ava kir, êşkencekirina girtîyên sîyasî belge kir û dijî wan binpekirinan çalakî li dar xistin.
Komîteya Nobelê destnîşan kir ku Ales Bialiatski ji 2020'an û vir ve li girtîgehê ye û ew tê darizandin
"Tevî zehmetîyên xwe yên kesane jî, Bialiatski ji têkoşîna mafên mirovan û demokrasîyê ya li Belarusê kêlîyekê jî dev berneda."
Rêxistina Memorial ya li Rûsya sala borî hatibû girtin
Dadgeha Bilind ya Rûsya di Berfenbara 2021’an de, yê biryar da ku Memorial bigire, ku rexistina mafên mirovan ya herî kevn û navdar ya li Rûsya bû .
Dadgehê sedema girtina rexistina Memorial wek" binpekirina gelek caran qanûna nûnerên bîyanî yên Rûsya" dîyar kiribû.
Memorial ji hêla fîzîkzanê navokî û dijberê rejîma komunîst Andrey Sakharov ve di serdema Yekîtîya Sovyetê de hate damezrandin.
Rexistinê hem binpêkirinên mafên mirovan yên îro li Rûsya radigihand û hem jî ser binpêkirinên di serdema Yekîtîya Sovyetê de lêkolîn dikir.
Navenda Azadîyên Sivîl ya li Ukrayna
Komîteya Nobelê dîyar kir ku Navenda Azadîyên Sivîl ya ku di 2007’an de li Kîevê hat damezrandin, bi salan e bo xurtkirina civaka sivîl ya li Ukrayna helwestê nîşan dide û givaştin ser hikûmetan kir ku Ukrayna bibe welateke bi demokrasîyeke tam.
Komîteyê bal kişand ku piştî dagîrkirina Rûsya li Ukrayna di Sibata 2022’an de destpê kir û vir ve , Navenda Azadîyên Sivîl bi taybet bo belgekirina tawanên şer yên artêşa Rûsya dixebite.
" Navenda Azadîyên Sivîl, ligel hevkarên xwe yên navneteweyî, bo hesabpirsîna ji alîyên berpirsîyar rola serekî list."
Xelat di nirxa 10 mîlyon kronên Swêdî ye
Xelata ku ji alîyê Akademîya Zanistî ya Qralîyeta Swêdê ya bi nirxê 10 mîlyon kronên Swêdî tê dayîn, wek xelata herî girîng û hêja tê qebûl kirin.
Xelatên ku di beşên zanist, wêje û aştîyê de tên dayîn, li gor wesîyeta Alfred Nobel destpê kir, yê ku bi keşfkirina dînamîtê bûbû xwedîyê hebûneke pir mezin.
Xelatên Nobelê her sal bi rêkûpêk tê dayîn, ji xeynî astengîyên ku jiber du şerên cîhanê derketin hole.
Xelata Aştîyê ya Nobelê di sala 2021ê de hat dayînê rojnamevanê Rûs Dmitry Muratov û rojnamevana Fîlîpînî Marîya Ressa.
Çend wergirên din yên Xelata Aştîyê ya Nobelê ev in: Martin Luther King Jr., Xaça Sor, Nelson Mandela, Dayika Teresa, Kampanyaya Navneteweyî ya bo Qedekirina Çekên Navokî, Dag Hammarskjold û Barack Obama.
Bi Jimaran Xelata Nobelê ya Aştîyê
- Di navbera 1901 û 2021’an de 102 wergirên Xelata Aştîyê ya Nobelê hatin dîyar kirin; ji wan 25 sazî bûn. Bi xelata îsal re hejmara sazîyên wergir giheşt 27’an.
- Xelata Aştîyê heta niha du caran di navbera sê kesan de hat parve kirin. Bi xelata îsal ev bû 3 car.
- Heya niha tenê yek kesek wergirtina Xelata Aştîyê ya Nobelê red kirîye. Sîyasetvanê Vietnamî Le Duc Tho xelat red kir, ku bo îmzakirina Peymana Parîsê ya 1973’an, bi wezîrê derve yê berê yê Amerîka Henry Kissinger re Xelata Aştîyê parve kiribû.
- Xelata Aştîyê ya Nobelê heta niha ji 18 jinan re hatîye dayîn.