Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvana Amerîkî Louise Gluck Xelata Nobelê Werdigire


Akademîya Swêdê ragihand ku Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2020’an helbestvana Amerîkî, Louise Gluck wergirtiye.

Li gor daxuyanîya akademîyê Gluck jiber ‘’dengê wê yê helbestî yê bêqusir yê saf û bêxemil ku hebûna takekesî dike gerdûnî’’ hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Herî dawî di sala 2011’an de şairekî Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirtibû ku ew Tomas Transtromer yê Swêdî bû.

Berî Gluck, cara pêşî ji Amerîka Toni Morrison di sala 1993’yan de xelat wergirtibû.

Glcuk dê 10 mîlyon kronê Swêdî wergire ku ew bi qasî 1 mîlyon 126 hezar dolar e.

Wê helbestvanê, ku di sala 1943’yan de li New York City hatiye dinê, di sala 2003’yê de jî ji alîyê Pirtûkxaneya Kongresê we wek Poet Laureate (helbestvana mezin) hatibû bijartin.

XS
SM
MD
LG