Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weqfa Nobelê: Îsal Merasîma Xelatê Çênabe


Weqfa Nobelê ragihand ku ewê îsal jiber vîrusa korona merasîma xelatê li dar nexin.

Xelatên navdar yên wê weqfê her sal di şeş kategorîyan de tê dayîn û merasîma xelatê jî li dora 10’ê Berfanbarê li Swêdê pêk tê, lê vîrusa korona kir ku merasîm piştî 64 salan cara pêşî çênebe.

Serokê Weqfa Nobelê Lars Heikensten dîyar kir ku îsal ‘’saleke taybet’’ e û divê ew li gor şertên nû tevbigerin.

Ew weqf dê îsal xelatê bi şiklekî nû bide xwedîyên wan.

Merasîma Xelatê ya Nobelê herî dawî di sala 1956an de bo protestokirina dagirtina Yekîtîya Sovyetê ya li Macaristanê hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG