Victoria Nuland, Alîkara Wezîra Derve ya Amerîka ya berpirsa karên sîyasî li Enqerî bi Cigirê Wezareta Derva ya Tirkîyê Sedat Onal re civîyan.
Piştî civînê daxuyanîyeke hevpar ya nivîskî ji alîyê Wezareta Derva ya Tirkîyê hate dayîn ku tê de qala pêşvebirina peywendîyan hate kirin.
Daxuyanîyê, hevdîtina navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Roma jî hate bibîrxistin.
“Di navbera birêz Serokomarê me û Serokê Amerîka Joe Biden de li Romayê di meha Cotmehê 2021’an de di hevdîtina ku hatibû kirin de peymanek hatibû girêdan. Li gor vê peymanê Tirkîye û Amerîka mekanîzmayeke stratejîk di 4ê Avrêlê 2022’yan de li Enqerê daye destpê kirin.”
Di hevdîtana şandeya Tirkîyê û Amerîkayê de jî li ser têkilîyên aborî yên Tirkîyê û Amerîkayê hatîye rawestandin. Li gor pêzanînên hevpar, li ser hevkarîya aborî, parastin, têkoşîna dijî terorê, pirsgirêkên herêmî û cîhanî û li ser gelek babetên din hatine rawestandin.
“Tirkîye û Amerîka jibo ku yektîya axa Ukraynayê were parastin nêrînên xwe li vê derê careke din dubare kirine. Washington hewildana Tirkîyê ya li hemberî çareserkirina şer û dîplomatîk nîşan dabû bi awayekî dilxweşî pêşwazî kirîye.”
Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku Alîkara Wezîrê Bazirganî ya Amerîka Marisa Lago wê jibo pêşxistina hevkarîya bazirganî û aborîyê, ya Mekanîzmaya Stratejîk, wê di navbera 5-6ê Nîsanê de serdana Enqerê bike.