Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Girjî Berdewam in


Bajarê Minbicê
Bajarê Minbicê

Li herêmên Rojavayê çemê Furatê şerekî demkî di nevbera encûmana leşkerî ya Minbicê herwiha ya Babê ji aliyekî û artêşa Tirkiyê û çekdarên mertala Furatê yên bi ser ve ji aliyekî din ve dem bi dem rûdidin, ku gundewarên Babê û Manbicê yên di bin kontrola rêveberîya xweser de tên topebarankirin.

Çalakvan Mûsa Mihemed ku ji bajarê Minbicê ye ji bo Dengê Amerîka got ku belefireke nenas bargeheke çekdarên Mertala Furatê kir armanc, piştra wan çakdaran deverên encûmana leşkerî ya Minbicê topbaran kirin.

Di heman demê de û piştî 2 rojan ji rawestandina şer li bajarokê Eyn Îsa careke din dever hate topbarankirin.

Li ser vê yekê siyasetvan Gêlo Îsa ji Dengê Amerîka re got ku armanca Tirkîyê ew e ku berî ti guhertin di serokayetîya Amerîka çêbibin, hin deverên nû bi dest bixe .

Hêjaye gotinê ye ku ji heyama mehekê ve deverên di bin kontrola rêveberîya xweser de, ji aliyê Tirkiyê ve tên topebarankirin, herwiha hewldan ji aliyê çekdaran ve hatekirin ku derbasî bajarokê Eyn Îsa bibin, û xelkê deverê Rûsya tewanbar dikin ku bi Tirkiyê re alîkare.

Raporta Deng/Mehmûd Balî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00


XS
SM
MD
LG