Koreya bakur roja Şemiyê piştî doh mûşekek nû ceriband, ragihand ku ewan niha mûşekên weha hene dikarin hemû axa Amerîka bikin armanca xwe.
Mediya Koreya bakur di hin raportên xwe de, dide zanîn ku serokê welatê wan kim Jong-un ,gotiye, piştî serkeftina têsta mûşeka nû, êdî wan ew hêz heye hemû axa Amerîka bikin armanca mûşekan.
Doh roja Înê koreya bakur mûşekek nû ceriband, piştî demekî liser herêma taybet ya avên Japoniya ket xwar.
Pentagonê got, têsta nû ya Koreya bakur di seat 11:41 şevê de li gûr dema xwecihî hatîye encam dan û navê mûşekê Hwasong-14 ye, nûtirîn cûrê mûşekên balistî yên dûravêje.
Serokerkanê hêzên hevbeş yên Amerîka Gen. Joseph F. Dunford û Admîral Harry Harris, berpirsê hêzên Pasafîk yên Amerîka derhal bang li serokê erkanê hêzên hevbeş yên Koreya başûr Gen. Lee Sun Jin kirin, da ku bi "Helwestek Polayî", gotûbêjan derbarê bersivdanek leşkerî li dij Koreya bakur encam bidin.
Berdevkê wezareta berevanîya Amerîka Pentagonê, Kaptin Jeff Davis çend seatan piştî têkiliya telefonî ya di navbera serleşkerên Amerîka û Koreya başûr de got, leşkerên herdu welatan dest bi manowirek leşkerî kirin, têde mûşkên dûravêj hatine bikar anîn.
Têsta doh, ya mûşekan ji aliyê Koreya bakur ve, dibe têsta çaran piştî, Civata Ewlekarîya Navnetewî biryara qedexekirinê dayî, li dij têstkirina mûşekan ji aliyê Koreya bakur ve.