Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang Dibêje Xurtkirina Peywendîyên bi Moskowê re Rewşeke Normal E


Koreya Bakur îro Duşemê Koreya Başûr jiber rexnekirina peywendîyên Pyongyang û Moskowê rexne kir.

Serokomarê Koreya Başûr Yoon Suk Yekol hefteya borî li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser peywendîyên Pyongyang û Moskowê hişyarî da.

Yoon got ku ger Koreya Bakur li hember pêşvbirina bernameya çekan, piştgirî bide êrîşên Rûsya yên li Ukrayna ewê provokasyneke rastexwe çêbe.

Pyongyangê dîyar kir ku di navbera cîranan de hevkarî û pêşvebirina peywendîyan rewşeke normal e.

Medyaya Koreya Bakur, KCNA bi nivîsekê dîyar kir ku Koreya Başûr bi nîyetên xirab li hevkarîya Pyongyang û Moskowê dinêre û dîyar kir ku Yoon jî wek hoparlorê Amerîka tevdigere.

Li gor nivîsê welatên ku cîranên hevdu ne dikarin peywendîyên xwe xurt bikin û divê ser vê peywendîyê hesab neyê pirsîn.

Karbidestên Amerîka û Koreya Başûr dibêjin ku Pyonyang jibo pêşvebirina bernameya navokî û Rûsya jî seba stokên xwe yên jibo şerê li Ukrayna dikarin xwe li hevdu bigirin.

Kim Jong Un di rojên borî serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin kiribû û her du alîyan ser pêşvebirina peywendîyên leşkerî û aborî li hev kiribûn.

Civata Ewlekarî ya NY’ê hemî kiryarên ku bernameya navokî ya Koreya Bakur pêşve dibin qedexe kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG