Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Pesna Çekên Navokî û Mûşekên Xwe yên Pêşketî Dide


Koreya Bakur roja Sêşemê pesnê xwe da ku ew yek ji çend welatên cîhanê ye ku çekên navokî û mûşekên pêşkeftî derdixîne û yekane ye ku bi ceribandinên mûşekan "cîhanê dihejîne" û dikare li hember Amerîkayê radiweste.

Alozîya navneteweyî li ser çend ceribandinên mûşekên balîstîk yên Koreya Bakur zêde dibe, kiryarên ku ji zû de ji hêla Encumena Ewlekariyê ya NY ve hatine qedexe kirin. Di meha Yekê de Koreya Bakur bi ceribandinên bi vî rengî rekor şikand, bi kêmî ve heft avêtinan, di nav de celebek nû ya "mûşekek hîpersonîk" ku dikare bi leza bilind manevra bike, ceriband.

Her weha di nav ceribandinan de ji sala 2017’an vir ve yekem avêtina mûşekek balîstîk a Hwasong-12’ê ya navîn-menzîl bû, ku karibe li deverên Amerîkî li Okyanûsa Pasîfîk bixe.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur de hat gotin ku çend ceribandinên ku ji sersalê vir ve hatine kirin "serkeftinên berbiçav" nîşan didin ku "pêşgiriya şer" ya Koreya Bakur xurt dike.

XS
SM
MD
LG