Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Osloyê Gulebarana Ku Gumana Terorê Ser Heye 2 Kes Kuştin Û 14 Jî Birîndar Kirin


Polîsê Norwêcê îro Şemiyê got, gulebarana ku şeva borî li paytextê Norwêcê, Osloyê, ku 2 kes kuştin û zêdetirî bi dehan kes jî birîndar kirin, wekî êrîşek terorîstî ya pêkan dihêt lêkolîn kirin.

Di preskonfêransekê da roja Şemiyê, karbidestên polîsan gotin ku kesê piştî gulebaranê hatîye girtin hewlatiyekî Norwêcî yê ku bi eslê xwe Îranî ye ku berê ji aliyê polîs ve dihat naskirin lê ne bi tawanên mezin.
Polîsan got ku wan dest danîne ser du çekên girêdayî êrîşê: debancek û çekek otomatîk.

Bûyer li derveyî Pub Londonê qewimîye, ku ew cih di nav civata LGBTQ ya bajarî da gelek dihêt nasîn, çend demjimêran berî ku xwepêşandana Oslo Pride pêk bihêt. Organîzatoran li ser şîreta polîsan hemî çalakiyên Oslo Pride yên ku ji bo Şemiyê hatibûn plan kirin betal kirin.

Peyvdarê Polîsan Tore Barstad got ku 14 kes di bin dermankirina bizîşkî da ne û 8 ji wan rakirine nexweşxaneyê.

XS
SM
MD
LG