Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc Vekolîna Ser Fermandarê Berê yê Kompanîya Wagnerê Didomîne


Polîsê Norwêcê îro Înê ragihand ku ew dixwazin lêpirsîna fermandarê berê yê kompanîya Wagner, Andrei Medvedev bidomînin ku piştî li Ukrayna şer kiribû meha borî revîbû Norwêcê.

Medvedev di rojên borî de dîyar kiribû ku ew jiber şerkirina li Ukrayna lêborînê dixwaze.

Li gor ragihandina polîsê Norwêcê, Medvedev hinek belgeyên dîjîtal radestî hêzên ewlekarîyê kirine.

Polîsê Norwêcê dîyar dike ku Medvedev dîdevanê şer e û ne mecbûr e ku agahîyên bide vekoleran.

Polîsên Norwêcî, bê ku zêdetir hûrgilî bidin, ragihand ku bo Medvedev tedbîrên ewlekarîyê hatine sitandin.

Medvede jiber ku sînor bi awayekî ne qanûnî derbaz kiriye, wek berguman li Norwêcê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG