Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc û Danîmarka Derîyên Xwe ji Hevdu re Vedikin


Norwêc û Danîmarka îro Înê ragihand ku ewê rê bidin geştîyaran ku di navbera her du welatan de rêwîtîyê bikin, lê sînorên bi Swêdê re, ku hejmara pêketîyên COVID-19 zêdetir e, girtî bimînin.

Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen û Serokwezîra Norwêcî Erna Solberg di preskonferanseke hevdem de got ku piranîya qedexeyan dê di 15'ê Hezîranê de biqedin.

"Em nikarin ji nişkêve vekin, ewê her tiştê ku me bi dest xwe xistiye, bike xeterê," Solberg got.

Di heman demê da Danîmarka dê geştîyarên ji Almanya û Îzandayê jî pêşwazî bike, lê pêwîst e ku hemû geştîyarên biyanî berî hatinê, herî kêm bo şeş şevan cîhên xwe vebirin.

Lê, destûra mayîna li paytext Kopenhagê bo geştîyaran nayê dayîn jiber ku piranîya pêketîyên korona li welatî li wê derê me.

Frederiksen jî got ku geştîyarên ji Swêdê hêşta nikarin serdana Danîmarkayê bikin jiber ku her du welatan derbarê vîrusa koronayê de sîyaseyên cihê meşandine.

Zêdetirî 4,000 Swêdî ji COVID-19 mirine û ew jî nezîkî çar qat ji hejmara hemî mirîyên welatên din yên Nordîk zêdetir e.

Wezîrê Navxweyî yê Swêdê Mikael Damberg îro Înê ji Reutersê re got ku Swêd ser sistkirina bergirîyên sînoran de ligel cîrana xwe di danûstandineke nêzîk de ye.

XS
SM
MD
LG